Kotouttamoya herêma Forssayê
Li Kotouttamoya li herêma Forssayê alîkariya koçberên ku li Forssa, Humppila, Jokioinen, Tammela û Ypäjäyê dijîn tê kirin. Li Kotouttamoyê pisporên qadên cuda, wek karê civakî yê koçberan, Daîreya kar û Kela bi hev re kar dikin.
Koçber ji Kotouttamoyê bi rêka telefon yan jî wextveqetandinê alîkariyê werdigirin. Bo nimûne di mijarên li dûv dikarin alîkariyê werbigirin: jiyîn, perwerdehî, jiyana kar, mijarên aborî, îqame, welatî û hevgihandina malbatî.
Li Kotouttamoyê qursên cuda, aheng û çalakî tên lidarxistin ku lê zanyariyên girîng lê tên belavkirin. Li Kotouttamoyê qursên zimanê fînlandî yên ji herkesê re vekirî û bêpare tên lidarxistin.
Li Kotouttamoyê ji koçberan re nexşedanîna destpêkî û plana malîbûnê ya şexsî tê kirin. Bi alîkariya nexşedanîna destpêkî pêwîstiya alîkariyê ya koçber pê heye û zanîna wî tê zelalkirin. Di plana malîbûnê de li ser wê tê lihevkirin ku koçber çawa zanyarî û zanînên pêwîst bo malîbûna civakê û destpêkirina jiyana kar bi dest dixin.
Nobedariya Kotouttamoyê
Rojên duşem, çarşem û înan di navbera saet 12.30–15.30 bi telefonê dikarin têkiliyê bi Kotouttamoyê re danin. Di nobedariya Kotouttamoyê de tercimeya telefonî berdest e. Dikarin mesajê ji telefona Kotouttamoyê re bişînin yan jî mesaja Whatsappê bi zimanê fînlandî yan jî inglîzî. Ger me nekarî di telefonê de alîkariya te bikin, em ê ji te re bo hevdîtinê wextê veqetînin.
Hejmara telefonê ya Kotouttamoyê: 050 339 6272 (duşem-çarşem-în saet 12.30–15.30)