Alîkariya aborî
Li Fînlandayê ewlehiya civakî baş e û dikarî alîkariya aborî bo rewşên ku pareyên te têra mesrefên zerûrî nake daxwaz bikî. Alîkariya aborî dikarî ji Kelayê yan jî ji buroya sosyalê daxwaz bikî. Ji derveyî van alîkariyan aborî bo nimûne gelek civakên dêran û rêxistin dikarin pêşkêş bikin.
Li pêşiyê divê wê zelal bikî ku dikarî alîkariyê ji Kelayê werbigirî. Ew çêkirina daxwazanameyê bo Kelayê yan bi forma kaxezî, bi rêka telefon, bi çûyîna buroya Kelayê yan jî bi xizmeta internetê pêk tê. Alîkariyên ku Kela dide bo nimûne alîkariya zarokan, alîkariya bêkaran, alîkariya yên nesaxbûyî, alîkariya kirê, alîkariya xwendekaran û alîkariyê dêûbavê zarokê biçûk li malê xudan dike. Ji derveyî van Kela dikare alîkariya bingehîn a jiyarê ya bo mesrefên zerûrî yên jiyane hatiye armanckirin bide, wek bo xwarinê û bo kincan. Ger pêwîstiya te di çêkirina daxwaznamayê de bi alîkariyê hebe, hêjayî bi wextveqetandina hevdîtina Kelayê re heye. Dikarî bi têkilîdanîna xizmetên telefonê wextê li Kelayê veqetînî.
Dikarî ji karê sosyalê yê koçberan jî daxwaza alîkariya aborî bikî. Ji karê sosyalê alîkariya aborî bo mesrefên wisa werdigirî ku alîkariyê wisa nikarî ji Kelayê werbigirî. Bo nimûne ev mesref dibin ku mesrefên ji ber xudêdana zarokî chêbûyî, mesrefên mijûlahiyên zarokên nebîrbir yan jî mesrefên mobîlyayên xaniyê yekem. Ger bixwazî serî li alîkariya karê sosyalê bidî, yan bi telefonê yan jî bi emaîlê têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.
Kela û karê sosyalê bi tenê bo mesrefên zerûrî piştgiriya aborî didin. Bo nimûne mesrefên girêdayî otomobîl, kirîna televîzyon, seyahatkirinê yan jî mijûlahiyên mezinan ne mesrefên zerûrî ne.
Ger tu nizanî ji ku derê piştgiriya aborî daxwaz bikî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane û em te arasteyî cihê rast dikin.
Alîkarî bo îdarekirina aboriyê
Dikarî wê demê jî daxwaza alîkariyê ji Kotouttamoyê bikî ku tevahiya mijarên aborî bi te zehmet hatin yan jî di îdarekirina wan de pêwîstiya te bi alîkariyê hebe. Em înformasyonên komî yên cuda li dar dixin, dikarî beşdarî wan bibî. Ji derveyî van em rêberiya şexsî û şîretkirina şexsî ji dayîna fatureyên kitkitî heta îdarekirina tevahiya aboriya şexsî.
Danûstandina Kelayê û wextveqetandina tercimanî
Dikarî nava hefteyê saet 9-16ê li xizmeta telefonê ya Kelayê bigerî
Dikarî karên xwe yên Kelayê di internetê de (fînlandî û swêdî) jî hel bikî. Zanyariyên têkilîdanînê yên dezgehên xizmetê yên Kelayê ji kela.fi:yê peyda dibin.
Ger danûstendina li Kelayê bi zimanê fînlandî pêk nehat, têkiliyê bi xizmeta mişteriyan a Kelayê re dane. Di hewcehiyê de Kela ji te re wexta tercimeya bêpare vediqetîne. Karmendê Kelayê yê zimanê di mjarê de ye dizane yan jî tercimanê pispor dikarin tercimaniyê bikin. Erka sirveşartina tercimanî heye. Di mijarên giştî yên ji aliyê parastina hiqûqî ve ti wateya wan tine, mervatî yan jî heval dikarin tercimaniyê bikin. Lê dîsa jî yên binê 18-saliyan nikarin tercimaniyê bikin. Dikarî keseke din jî ji bo cêbicêkirina karan desthilatdar bikî.
Li vê derê anku li jêrê lînkên girîng yên girêdayî mijarê :
Xizmetên Kelayê:
· bi fînlandî: https://www.kela.fi/asiakaspalvelu
· bi inglîzî: https://www.kela.fi/web/en/customer-service
Tercime:
· bi fînlandî: https://www.kela.fi/tulkkaus
· bi inglîzî: https://www.kela.fi/web/en/interpretation
Kela
Hejmarên bi zimanê fînlandî ji rûpelên Kelayê yên li pişt vê lînkê peyda dibin.