Daîreya kar
Gava ku te bar kir Fînlandayê, ji Daîreya kar xizmetan werdigirî, ew alîkariya te ya malîbûnê û kar peydakirinê dikin.
Daîreya kar di peydakirina kar de alîkarî û piştgiriya te dike. Xizmetên koçberan:
- rêberî û şîretkirina koçber
- nexşedanîna destpekî
- plana malîbûnê
- perwerdeya malîbûnê
Xwe wek daxwazkerê karî qeyd bike
Bi du şiklan dikarî wek daxwazkerê karî xwe qeyd bikî:
- Ger tu welatiyê YE- /HAEyê bî: Li Oma asiointi -palveluyê qeyd be
- Ger tu ji derveyî herêmên YE-/HAEyê bî: Here Daîreya kar yan jî telefona xizmeta mişteriyan bike
Li bendê bimîne ku Daîreya kar têkiliyê bi te re dane.
Gava ku tu yekem car hatî Daîreya kar, bi xwe re
- pasaport yan jî belgenameya radestkirina demkî ya pasaportê ya ji polîs hatî stendin
- îqame yan jî belgenameya qeyda mafê mayîna welatiyê YEyê ya ji polîs hatî stendin
- Belgenameya qeyda nifûsê ya ji noterê hatî stendin yan karta Kelayê yan jî belgenameyek din, ya pê nîşan didî ku te hejmara nasnameya fînlandî heye
- belgenameyên kar û xwendinê yên bo fînlandî, swêdî yan jî inglîzî hatî wergêrandin bîne.
Oma Asiointi -palvelu ya Elektronîkî
Dikarin belgenameyan li namedanka Daîreya kar ya Forssayê danin. Ger tu bixwazî tev li perwerdeya malîbûnê bibî, têkiliyê bi Daîreya kar ya berpirsyariya rêvebirina perwerdeya malîbûnê dike re dane.
Xizmetên karkirinê dikarin di kar peydakirinê de destekê bidin, ger bêkarî dirêj bibe.
Daîreya kar
Kartanonkatu 10, 30100 Forssa
Xizmeta telefonê ya seranserî welat:
- Mişteriyên şexs: 0295 025 500
- Xizmeta bi inglîzî: 0295 020 713
- Русскоязычная служба для индивидуальных клиентов: 0295 020 715