Dema vala û milûlahî
Li devera Forssayê xebatên cûr bi cûr bo dema vala peyda dibin. Hemû şaredariyên herêma Forssayê kitêbxaneyên xwe hene, dikarin biçin ji xwe re jê kitêban deyn bikin. Li dema vala dikarin bi seredana muzexaneyên cuda yên herêmê jî wexta xwe derbas bikin. Bo şêniyên herêmê li xwendingeha Wahrenê kursên cuda yên bipare tên lidarxistin.
Li herêma Forssayê komele, rêxistin û civata dêran xebata mijûlahî û xebata dema vala li dar dixin. Li herêma Forssayê dikarin bi werzîşên cuda ve mijûl bin, ew hem ji zarokan hem jî ji mezinan re ber dest in. Li Forssayê avjenîxane jî heye, Vesihelmi. Li Vesihelmiyê salona kondisyonê jî heye hem jî salona werzîşê.
Ger te bo peydakirina mijûlahiyan hewce bi alîkarî û fikrên zêdetir hebe, dikarî di demên xizmeta acîl de bi Kotouttamoyê
Zanyariyên zêdetir li ser xebatên mijûlahî û dema vala ji rûpelên www-yên şaredariyan peyda dikî:
https://www.forssa.fi/vapaa-aika-ja-matkailu/
https://www.tammela.fi/kulttuuri-vapaa-aika-ja-liikunta/liikuntapalvelut
https://www.jokioinen.fi/vapaa-aika/liikuntatietoa-ja-tapahtumia/
https://www.ypaja.fi/palvelut/nuoriso-ja-liikuntapalvelut/