Hejmara acîl 112

 bi tenê di rewşên awarte de telefonê bike, gava pêwîstiya te li cih bi polîs, pêşhemşîre, karmendê rizgarkirinê yan jî bi karmendê sosyalê hebe

  • Gava te zanî yan jî gumana te li ser xeter yan jî tirsa jiyan, tendiristî, milk yan jî derdorê hebe, telefonê bike

Gava ku tu li hejmara acîl geriyayî:

  Navê xwe bêje

  1.  Ger pêwîstiya te bi tercimanî hebe, zimanî bêje
  2.  Bêje ku tu li ku derê yî
  3.  Bêje ku te di kîjan mijarê de pêwîstî bi alîkariyê heye
  4.  Guhdariyê bike û bersiva pirsan bide
  5.  Talîmatên te wergirtî pêk bîne

Aplîkasyona-Suomi 112ê li telefona xwe bar bike. Gava te bi rêka aplîkasyonê telefon vekir, navenda hawarxwestinê yekser dizane ku tu li ku yî.