Forssa
Forssa bajarê 17 000 şêniyan e li Kanta-Hämeyê. Forssa li nava Başûrê Fînlandê li xaçerêya rêbejahiyên serekî 2 û 10ê de ye. Zêdetirî ji nîvê fînlandiyan 150 km di nava nîvçapê ji Forssayê dijîn û bajarên herî mezin yên Fînlandayê Helsinki, Turku û Tampere saetek li dûrahiya ajotinê ne.
Forssa her bajarê pîşesaziyê bû û vê gavê bi şîrketên xwe yên xurdemenî û jîngehê tê nasîn. Kardarên girîng pîşesaziya teknolojî û pîşesaziya berhemên avakirinê ne. Mezintirîn kardarên Forssayê: tendiristiya yekîtiya şaredariyan a Forssayê, şaredariya Forssayê, HK Scan Oyj, Parmarine Oy û Osuuskauppa Hämeenmaa ne.
Li Forssayê heft dibistan hene, ji wan li duduyan sinifên 1-9ê (dibistana Kuhalayê û Keskuskoulu). Xwendingeha Tölöyê perwerdeya taybet pêşkêşî zarok û ciwanên deverên Forssa, Tammela, Jokioinen, Humppila, Somero û Ypäjäyê dike. Derfeta xweningehiyan a tev li xebata danê êvarê û xebata klûban a bipare bibin heye.
Lîseya giştî ya Forssayê lîseya nêzîkî 500 xwandekaran e. Ji deverên din yên herêmê jî dikarin werin li lîseyê bixwînin anku ji Tammela, Jokioinen, Ypäjä hem jî ji Humppilayê.
Perwerdeya yekîtiya şaredariyan a başûrê rojavayê Hämeyê hem perwerdehiya meslekî li enstîtiya meslekî ya Forssayê hem jî perwerdeya mezin û perwerdeya malîbûnê li Faktiayê pêşkêş dike. Li enstîtuya meslekê ya Forssayê bo nimûne dikarin meslekên katering, kozmetîk yan jî beşa perwerdeyê bixwînin. Bo nimûne beşên din lojîstîk, beşa makîne û metalê, beşa avadankirinê, bazirganî hem jî teknolojiya zanyariyê û teknolojiya ragihandinê ne.
Faktia perwerdehiya malîbûnê, perwerdeya mezinan hem jî tevahiyên pêşvebirin û amadekariyê pêşpêşî koçberan dike.
Kampûsa xwendingeha bilind a meslekê ya Hämeyê (HAMK) li Forssayê heye ku, lê hemşîre, plankerên jîngehê, tradenomên beşa hespan hem jî endezyarên biyoaboriyê perwerde dikin. Li kampûsa Forssayê dikarin pileya Baçelor of Engineeringê bi zimanê inglîzî jî bixwînin.
Li Forssayê jiyîn xweş e û xweza nêzîk e. Li Forssayê derfetên baş yên mijûlahî û hereketkirinê hene. Li Forssayê avjenîxane, sînameyek biçûk û xizmetên berfireh yên werzîşê hem ji bo kalûpîr û zarokan he jî ji bo konên taybet peyda dibin. Li Forssayê sahayên werzîşê, holên temrîna hundir hem jî sahaya cemedê hene.
Li dawiya sala 2019ê li Forssayê nêzîkî 900 kesên bi eslê xwe biyanî dijîn.