Humppila 

Li Humppilayê nêzîkî 2200 kes dijîn. Bajarê herî nêzîk yê Humppilayê Forssa ye, dûrahiya wê derê 21 kîlometre ne. Şaredariyên din ên Humppilayê Jokioinen, Ypäjä, Loimaa, Punkalaidun û Urjala ne. Ji Humppilayê bo Turku, Tampere, Porî û Helsînkiyê girêdaniyên veguhastinê yên baş hene. 

Li Humppilayê şaredarî pêşperwerde û perwerdeya bingehîn li dar dixe. Xwendingeha meslekê û lîseya herî nêzîk li Forssayê ne. Li Humppilayê dikarin beşdariyê li werzîşa tê rêvebirin ya şaredarî amade dike bibin û ji bo şêniyan salona werzîşê hem jî salona rahênanê berdest in.

Karsazên sereke li şaredariya Humppilayê, Osuuspakki ya Humppilayê, Maviteknik Oy, Suomen Telakone Oy. 

Li dawiya sala 2019ê nêzîkî 40 kesên bi eslê xwe biyanî li Humppilayê dijîn. 

Zanyariyên zêdetir ji rûpelên Humppilayê