Jokioinen 

Li Jokioinenê nêzîkî 5200 kes dijîn. Jokioinen nêzîkî 10 kîlometreyan ji Forssayê dûr e. Şaredariyên din ên cîran Tammela, Somero, Ypäjä û Humppila ne. Di nava Jokioinenê re rêbejahiyên sereke 2 û 10 derbas dibin. Li Jokioinenê xweza nêzîk e û piranî ji erdê şaredariyê zevî û daristan e.  

Şaredariya Jokioinenê pêşperwerde û perwerdeya bingehîn li dar dixe. Xwendingeha meslekê û lîseya herî nêzîk li Forssayê ne. Li Jokioinenê derfetên berfireh yên werzîş û mijûlahiyan hene. Li Jokioinenê wek mînak dikarin li gomen hespan yên cuda siwariyê, hokeya cemedê, beysbola fînlandî, voleybol hem jî werzîşa rênasînê bileyîzin.   

Karsazên sereke yên Jokioinenê: Navenda kaneyên xwezayî Luke, Jokioisten Leipä Oy, Boreal, Jokioisten Maanrakennus û FM-Haus Oy ne. 

Li dawiya sala 2019ê nêzîkî 120 kesên bi eslê xwe biyanî li Jokioinenê dijî. 

Zanyariyên zêdetir ji rûpelên şaredariya Jokioinenê