Tammela
Tammela şaredariya nêzîkî 6200 şêniyan e li Kanta-Hämeyê. Tammela heşt kîlometreyan ji Forssayê dûr e. Şaredariyên din ên cîran Urjala, Hämeenlinna, Hattula, Loppi, Somero, Lohja, Karkkila û Jokioinen in. Rawestgeha trenê ya herî nêzîk li Humppilayê ye, dûrahiya wê derê 30 kîlometre ye. Tammela li nêzîkî rêbejahiyên serekî yên 2 û 10ê ye.
Tammela ciheke xweş e ku lê xweza û derfetên mijûlahiyan lê nêzîk in. Li parka werzîşê ya Tammelayê bo nimûne dikarin temrîna frisbeegolf, corên topan bikin û li wê derê parka skeytê jî peyda dibe. Li Tammelayê du baxçeyên netewî yên binavûdeng hene; Liesjärvi û Torronsuo. Li Tammelayê baxçeyê gel Saari û zêdetirî 200 gol hene.
Şaredariya Tammelayê pêşperwerde û perwerdeya bingehîn li dar dixe. Xwendingehên pêşîn li gelek gundan hene, loma dikarin erka perwerdeyê li xwendingeha nêzîk dest pê bikin. Xebata danê êvarê ya şagirdan hem wek xizmeta şaredariyê hem jî bi amadekirina rêxistinan tê lidarxistin. Lîse û perwerdehiya meslekî bi hevkariya şaredariya Forssayê tê lidarxistin.
Li dawiya sala 2019ê nêzîkî 100 kesên bi eslê xwe biyanî li Tammelayê dijî.
Zanyariya zêdetir dikarî ji rûpelên şaredariya Tammelayê wergirî