Ypäjä
Li Ypäjäyê nêzîkî 2400 kes dijîn. Ew 20 kîlometre ji Forssayê dûr e. Ypäjä bi hespên xwe tê nas kirin û li wê derê parka hespan ya Ypäjäyê heye. Ypäjä bisiklêtvanî, rêgehên siwariyê yên piralî, derfetên bi peyatî çûnê û çend cihên avjeniyê pêşkêşî şêniyên xwe dike. Li Ypäjäyê Loimijoki Golf ya 18 qulqulî jî heye.
Şaredariya Ypäjäyê pêşperwerde, perwerdeya bingehîn û perwerdeya zû cêbicê dike. Li xwendingeha hespan a Ypäjäyê bo nimûne dikarin dîploma bingehîn ya mesleka xudankirina hespan bixwînin. Ji aliyê hebûna kar û hêza jiyanê jî xwendingeha hespan bo şaredariya Ypäjäyê girîng e.
Li dawiya sala 2019ê li Ypäjäyê nêzîkî 40 kesê bi eslê xwe biyanî dijî.