Jiyankirin

Li herêma Forssayê dikarî di xaniyê misteqîl, apartman yan jî di rêzexaniyê de bijî. Tu dikarî yan di xaniyê bikirê de bijî yan jî xaniyê xwe bikirî. Xaniyên bikirê gelek caran xaniyên apartmanan in lê dikarî xaniyên rêzexanî yan jî xaniyê misteqîl jî kirê bikî. Xaniyên bikirê gelek caran li deverên nava bajêr yan jî şaredariyan bihatir in.

Xaniyên bikirê yên Forssayê: Tu dikarî ji bo xaniyên Forssayê bi forma daxwazê yan jî bi forma kaxezî ya ji buroyê bi dest dikeve daxwaza xaniyê bikî. Buroya xaniyên Forssayê li adresa Kartanonkatu 4, Forssayê ye û nava hefte di navbera saet  9-15ê vekiriye.

Xaniyên bikirê yên Tammelayê: Dikarî bi forma daxwazê yan jî bi forma kaxezî ya ji daîreya şaredariyê werdigirî serî li xaniyên bikirê yên şaredariya Tammelayê bidî, ji adresa Hakkapeliitantie 2, 31300 Tammela  

Xaniyên bikirê yên Humppilayê: Dikarî bi forma daxwazê ya ji daîreya şaredariyê werdigirî serî li xaniyên bikirê yên şaredariya Humppilayê bidî, ji adresa Kisakuja 2, 31640 Humppila

Xaniyên bikirê yên Jokioinenê: Dikarî bi forma daxwazê ya ji daîreya şaredariyê werdigirî serî li xaniyên bikirê yên şaredariya Jokioinenê bidî, ji adresa Keskuskatu 29 A, 31600 Jokioinen

Xaniyên bikirê yên Ypäjäyê: Dikarî bi forma daxwazê ya ji daîreya şaredariyê werdigirî serî li xaniyên bikirê yên şaredariya Ypäjäyê bidî, ji adresa Perttulantie 20, 32100 Ypäjä.

Dikarî li xaniyên bikirê yên vala li ser xizmeta lêgerîna înternetê jî bigerî, wek Vuokraovi yan jî Oikotie. 

Bermayî û xizmeta komkirina bermayiyan

Bermayiyê tevlihev: Bermayiya tevlihev a malê ya rojanê çêdibe li amana bermayiyên tevlihev a xwe tê danîn. Gelek caran amana bermayiyên tevlihev li hewşa xaniyê ye. Bermayiya tevlihev bermayiya ku jê bermayiyên xeter hatî jêbirin û hem jî bermayiyên meqbul in bo bikaranîna bisûd û veguherandinê.

Bermayiyê axbar: Bermayiyê axbar yan li amana bermamiyan yan jî li sergoyê malê tên sinifandin. Bermayiyên axbar bo nimûne bermayiyên xwarinê, qalikên mêwe û sewzeyan in. Bermayiyên axbar dikarin li tûrikên kaxezî ya jî li malzemeyek din ya biyohelbar berhev bikin.

Şûşe: Dikarin li berhevkirina şûşeyan botlê şûşeyî û qebanozê şûşeyî danin. Herwisa şûşeyê bireng jî li berhevkirina şûşeyan tê danîn.

Metal: Kelûpelên metal ên biçûk dikarin bêpare bibin xala veguherandinê. Bo nimûne qutiyên konserveyê ên şûştî û kelûpelên metal yên biçûk, dervang û derdankan dikarin li veguherandina metalê danin. 

Plastîk: Li berhevkirina qutiyên plastîk bo nimûne dikarin qutiyên vala, paqij û ziwa ên malbatê li berhevkirinê danin û hem jî qutiyên plastîkên ên xurdemeniyan, wek qutiyê mastî. Poşetê plastîkî jî dikarin li berhevkirina plastîkê danin.

Kaxez: Bermayiyên kaxezî dikarin bibin xala veguherandinê, amana berhevkirinê yan jî navenda berhevkirinê. Bo nimûne rojname, kovar hem jî posta reklaman bo berhevkirina kaxezan guncav in.

Pîl û amûrên biçûk: Pîl û amûrên biçûk li dikan û bufeyan bêpare werdigirin. Li dikanan amanên sor ên berhevkirinê yên dikarin pîl û amûrên biçûk lê danin hene. Ger te ji pîlan re amana berhevkirinê peyda nekir, alîkariyê ji karmendên dikanê bixwaze. Beriya ku danin amana berhevkirinê, divê navikên pîl û akûyan werin band kirin.