KURS: Naskirina civakê

©Suomen Pakolaisapu ry

Beşdarvanê kursa naskirina civakê kilîlên têgehiştina civaka fînlandî û têketina wek endamekî wekhev yê civakê werdigire. Kursa naskirina civakê zanyariyên di derbarê avaniya civaka fînlandî, qanûnên di rewşên cudayên jiyanê de hem jî tevgerên kevneşopiyên fînlandî di nava xwe de digire. 

Kursa Naskirina civakê bo qonaxa destpêkê ya hatina welat hatiye armanckirin, li dema sala yekem a jiyankirinê li Fînlandayê. Ger hêj pêwîstiya te bi zanyariyan hebe, dikarî heyama paşê jî tev li kursê bibî.

Kursa Naskirina civakê 10 carên perwerdeyê li nava xwe digire. Ger tevahiya kursê bi zimanê dayikê were lidarxistin, dirêjahiya her cara perwerdeyê 2 saet in. Ger kurs bi tercûmeyê hat lidarxistin, dirêjahiya her cara perwerdeyê 3 saet in. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî. Ji serkeftina kursê belgename tê wergirtin. 

Naveroka kursa naskirina civakê:

  1. Fînlanda û kultûra fînlandî
  2. Civaka fînlandî
  3. Barkirina Fînlandayê û li Fînlandayê jiyankirin
  4. Jiyana malbatî û zarok
  5. Perwerdehî
  6. Kar û debar li Fînlandayê
  7. Tendiristî û extiyarbûn li Fînlandayê
  8. Qanûn û xebitîna hiqûqê li Fînlandayê
  9. Siyaset û bandorkirin li Fînlandayê
  10. Veguhartina civaka fînlandî

Ger bixwazî tev li kursa naskirina civakê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane. 

KURS: Halxweşiya jiyana rojane 

Li kursa halxweşiya jiyana rojane beşdarvan zanyariyên di derbarê xebitîna xizmetên civakî û tendiristî ya fînlandî, gihaştin û mezinbûna zarokî hem jî mijarên girêdayî têkiliya jin û mêrî û halxweşiya aqilî werdigire. Li kursê derfeta axaftina pêkanîna kultûra xwe wek beşek ji di mezinbûn û jiyana rojane ya malbatê de jî heye. Beşdarvanên ne xwedî zarokên bîrbir in, dikarin beşdariyê li beşek ji rojên kursê bikin.

Kursa lalxweşiya jiyana rojane bo qonaxa destpêkê ya hatina welat hatiye armancirin, li dema sê salên yekem yên jiyankirinê li Fînlandayê. Ger hêj pêwîstiya te bi zanyariyan hebe, dikarî heyama paşê jî tev li kursê bibî. 

Kursa halxweşiya jiyana rojane 10 carên sê saetî yên perwerdeyê di nava xwe de digire. Kurs bi tercûmeyê tê lidarxistin. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî. Ji serkeftina kursê belgename tê wergirtin.

 Naveroka kursa Halxweşiya jiyana rojane:

 Bikaranîna xizmetên tendiristiyê û xwedermankirin

  1. Halxweşiya aqilî
  2. Tendiristiya seksuelî/jin
  3. Tendiristiya seksuelî/mêr
  4. Têkiliya jin û mêrî û zewac
  5. Ducanîtî û dema nivîna zarokî
  6. Zarok û halxweşiya malbatê
  7. Baxçeyê zarokan û roja xwendingehê
  8. Temenê baliqbûnê
  9. Jiyana rojane  ya fînlandî û kultûra xwe

Ger tu bixwazî tev li kursa halxweşiya jiyana rojane bibî yan jî li careka wê ya perwerdeyê, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.

Destpêkên zimanê fînlandî

Li koma destpêkên zimanê fînlandî bi rêka axaftin, xwendin û nivîsandinê hînî babetên sereke yên zimanê fînlandî dibin. Beşdarvanê komê hînî zanîna alîkar ya zimanî dibe, ya ku li jiyana rojane desteka îdarekirinê dike.

Koma destpêkên zimanê fînlandî bo koçberên ku hêj hînbûna zimanê fînlandî li asta destpêkê ye guncav e. Kom ji herkesî re vekirî ye û bêpare ye. Bo tevlêbûna koma destpêkê pêwîstî bi navnivîsandinê tine, bi tenê kengê dixwazin dikarin wê gavê tevlê bin. Zimanê hînbûnê fînlandî ye.

Dem: Duşeman saet 10-12

Cih: Kotouttamo (Yhteisötalo), Haudankorvankatu 2, Forssa

ZANYARÎDAN: Jiyankirin û têkiliyên kirê 

Li zanyarîdanê qala mijarên herî girîng yên girêdayî jiyankirin û têkiliyên kirê ên fînlandî tê kirin. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin. 

Zanyarîdana jiyankirin û têkiliyên kirê bi dirêjahiya xwe du saet in. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî. 

Naveroka zanyariya jiyankirin û têkiliyên kirê:

  • Lêgerîna xanî
  • Mijarên peymana kirê
  • Talîmatên nîzamê
  • Qeydên rêzgirtinê yên fînlandî
  • Pirsirikên giştî ên jiyankirinê
  • Dawîlêanîna peymana xaniyê kirê
  • Dayîna kirê

Ger tu bixwazî tev li zanyariya jiyankirin û têkiliyên kirê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.
 

ZANYARÎDAN: Dagerandin

Zanyarîdana dagerandinê bi hevkariya Kotouttamo û Loimi-Hämeen Jätehuolto Oy:yê tê lidarxistin. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin.

Zanyarîdana dagerandinê bi dirêjahiya xwe du saet in. Derfeta bi têkiliya ji dûr ve beşdarbûnê tine. 

Naveroka zanyariya dagerandinê:

  • Prensîb û berjewendiyên dagerandinê
  • Sîstema bikaranîna bermayiyan a fînlandî 
  • Dagerandina bermayiyên malê bi parastina xwezayê

Ger tu bixwazî tev li zanyariya dagerandinê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.
 

ZANYARÎDAN: Ewlehiya civakî 

Li zanyarîdanê qala dîroka pêşketina ewlehiya civakî ya fînlandî tê kirin hem jî avabûna ewlehiya civakî û fînansmana niha. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin.

Dirêjahiya zanyariya ewlehiya civakî du saet in. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî.  

Naveroka ewlehiya civakî: 

  • Tarîxa ewlehiya civakî a fînlandî
  • Avaniya ewlehiya civakî 
  • Fînansmana ewlehiya civakî

Ger tu bixwazî tev li zanyariya ewlehiya civakî bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.
 

KURS: Xizmetên Kelayê

Kursa Xizmetên Kelayê bi fînlandî tê dayîn û ew ji hemû koçberan re vekirî ye, yên ku pêwîstiya xwe bi zanyariyên zêdetir a xebata Kelayê hene yan jî li ser danûstendinên Kelayê. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin.

Kurs sê carên perwerdeyê di nava xwe de digire, dirêjahiya her yekî ji wan du saet in. Derfeta beşdarvan a tev li bi tenê carên perwerdeya kursê heye. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî. 

Naveroka kursa Xizmetên Kelayê:

1. Erkê Kelayê, rêxistin û xebat

2. Awayên alîkariyê yên dawî ên Kelayê bo koçberan

3. Hînkirina bikaranîna xizmetên înternetê yên Kelayê

Ger tu bixwazî tev li kursa xizmetên Kelayê bibî yan jî careka wê ya perwerdeyê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.

ZANYARÎDAN: Xizmetên Daîreya kar 

Li zanyarîdanê xizmetên Daîreya kar û bazirganiyê anku xizmetên Daîreya kar tên pêşkêşkirin. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin. 

Zanyarîdana xizmetên Daîreya kar bi dirêjahiya xwe bi qasî du saetan e. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî. 

Naveroka zanyariya xizmetên Daîreya kar:

  • Erkê Daîreya kar
  • Maf û erkên karxwazê bêkar
  • Xizmetên Daîreya kar pêşkêş dike

Ger tu bixwazî tev li zanyariya xizmetên Daîreya kar bibî, têkilyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.

KURS: Zanînên karkirinê

Kursa zanînênên karkirinê bi zimanê fînlandî tê dayîn û ew ji hemû koçberan re vekirî ye, yên ku pêwîstiya xwe bi jiyana kar a fînlandî heye û zanîna pratîka kargeriyê. Kurs sê carên perwerdeyê di nava xwe de digire, dirêjahiya her yekî ji wan du saet in. Derfeta beşdarvan a tevlêbûna bi tenê ji hindek carên perwerdeyê heye. 

Derfeta tevlêbûna beşa yekem a kursê li cih anku li Kotouttamoyê heye yan jî bi rêka kompûterî bi têkiliya ji dûr ve. Derfeta tevlêbûna beşên duyem û sêyen bi tenê li cih heye. Ji serkeftina kursê belgename tê wergirtin. 

Naveroka kursa zanînên karkirinê:

1. Kultûra kar ya fînlandî, peymanên giştî yên şertên karkirinê û qeydên jiyana kar

2. Prensîbên sereke yên aramiya karkirinê, haziriya hevpeyivîna wergirtina kar û dangotin a zanîna xwe

3. Nivîsandina karnameyê anku CV, dubarekirina xezîneya peyvan a zimanê fînlandî

Ger tu bixwazî tev li kursa zanînên karkirinê yan jî careke perwerdeyê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.

ZANYARÎDAN: Pêşwaziya penaberan û hevgihandina malbatê

Li zanyarîdanê mijarên girêdayî bijartina penaberên kotayê hem jî hevgihandina malbatî yên penaberan tên şopandin. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber û kesên din yên bi mijarê re eleqedar re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin. 

Zanyarîdana pêşwaziya penaberan û hevgihandina malbatê bi dirêjahiya xwe du saet in. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî.  

Naveroka zanyarîdana pêşwaziya penaberan û hevgihandina malbatê: 

  • Prensîbên bijartina penaberên kotayê û anonîmî
  • Mercên hevgihandina malbatê
  • Sinorê dahatê yê hevgihandina malbatê
  • Îqameya kesûkarên din

Ger tu bixwazî tev li zanyarîdana pêşwaziya penaberan û hevgihandina malbatê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.

ZANYARÎDAN: Wekhevî

Li zanyarîdanê qala wekheviyê tê kirin anku divê çawa di civakê de tevî cudahiyên xwe hevnirx bin. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber û kesên din yên bi mijarê re eleqedar re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin. 

Dirêjahiya zanyarîdan a wekheviyê du saet in. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî. 

Naveroka zanyarîdan a Wekheviyê:

  • Wekhevî di qanûnê de
  • Pêşxistina wekheviyê di xebata gelemperî de 
  • Mafê ziman, kultûr, dîn û berîdaniya seksualî ya xwe
  • Wekhevî di bazara karî û jiyana kar de

Ger tu bixwazî tev li zanyarîdana wekheviyê bibî, têkiliyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.

ZANYARÎDAN: Îqame û hemwelatîbûn

Li zanyarîdanê qala mercên cûreyên îqameyê û hemwelatîbûnê hem jî qonaxa daxwaznameyê tê kirin. Zanyarîdan bi zimanê fînlandî ye û ji hemû kesên koçber û kesên din yên bi mijarê re eleqedar re vekirî ye. Dikarin tercûmeya zanyarîdanê ji koçberên di mişterîbûna karê malîbûnê ya çavdêriya civakî de ne were lidarxistin. 

Zanyarîdana îqame û hemwelatîbûnê bi dirêjahiya xwe qasî du saetan e. Derfeta tevlêbûna kursê ya li cih heye yan jî bi têkiliya ji dûr ve bi rêka kompûterî.

Naveroka zanyarîdana Îqame û hemwelatîbûnê: 

  • Cûreyên îqameyê û pîvan
  • Dema jiyankirinê û rastandina pênasiyê
  • Bandora cûreyê îqameyê bi ewlehiya civakî
  • Mercên wergirtina hemwelatîbûnê
  • Prosedûra daxwazkirinê

Ger tu bixwazî tev li zanyarîdana îqame û hemwelatîbûne bibî, têkilyê bi nobedariya Kotouttamoyê re dane.