Sîstema perwerdehiyê
Di sîstema perwerdehiya Fînlandayê de perwerdeya zû, pêşperwerde, perwerdeya bingehîn, perwerdehiya dereceya duyem û xwendingeha bilind hene.
Li Fînlandayê pêşperwerde, perwerdeya bingehîn û perwerdehiya dereceya duyem bêpare ne. Herwisa xwendina xwendingeha bilind jî bi giştî bêpare ye. Li Fînlandayê dixwazin perwerdehiya biqalîte pêşkêşî hemû kesan bikin.
Wateya perwerdeya zû arasteyiya xebata terbiyeyî bo zarokên biçûk e. Perwerdeya zû li şaredariyan tê lidarxistin bo nimûne li zarokxaneyan yan jî li xwedîkirinên malbatî.
Pêşperwerde bi giştî salekê diajo û li wê sala ku zarok şeş saliya xwe tijî dike dest pê dike. Pêşperwerde ji bo hemû zarokan mecbûrî ye.
Li perwerdeya bingehîn anku xwendingeha seretayî sinifên 1-9ê dixwînin û bi gelemperî heman salê ku zarok 7 saliya xwe tijî dike dest pê dike. Xwendingeha seretayî bo hemû zarokan mecbûrî ye.
Wateya perwerdehiya dereceya duyem lîse û xwendingeha meslekê ye. Li lîseyê dersên hînkirina gistî dixwînin û amadekariya hîndekariya xwendingeha bilind dibin. Ji xwendingeha meslekê amadeyî meslekê dibin.
Çawa serî li xwendinê didin?
Li daxwazkirina giştî dikarî serî li Lîseyê bidî. Serîlêdan li biharê ye. Ger te xwendingeha bingehîn qedandî be, dikarî serî li lîseyê bidî.
Dikarî li biharê li daxwazkirina giştî serî li Xwendingeha meslekê bidî yan jî li daxwazkirina berdewam li tevahiya salê.
Dikarî bo xwendinê serî li Xwendingeha bilind a meslek bidî, ger te:
- bawernameya derçûna lîseyê
- pileya derçûna lîseyê ya fînlandî
- pileya meslekî ya fînlandî
- pileya derçûna lîseyê ya li derveyî welat hatî kirin yan jî di heman pileyê de hebin
Salê du caran dikarî serî li xwendingeha bilind bidî, biharê û payîzê.
Dikarî bo xwendinê serî li Zankoyê bidî, ger te:
- azmûna derçûna lîseyê ya fînlandî
- pileya meslekî ya fînlandî
- pileya derçûna lîseyê ya li derveyî welat hatî kirin
- Pileya xwendinê ya li derveyî welat hatî kirin, ya ku li wî welatê ku pileya xwendinê hatî kirin derfeta xwendinê li zankoyê bide hebin
Zanyariyên zêdetir ji bo serlêdanê ji Opintopoluyê peyda dikî