Perwerdehiya giştî

Armanc bi perwerdehiya giştî xwendingeheke wisa ye ku, lê zanyarî û hunerweriyên girîng didin herkesî. Ji derveyî perwerdeya bingehîn perwerdeya giştî li lîseyê tê dayîn.  Li lîseyê ti meslekan nadin xwendin. Bi bawernameya derçûna lîseyê dikarin serî li xwendina xwendingeha bilind bidin.

Lîseya giştî ya Forssayê 

Lîseya giştî ya Forssayê tekane lîse ye li herêma Forssayê. Ger tu li devereke din ya li derveyî Forssayê jî bijî dikarî serî li xwendina lîseyê bidî. 

Lîseya giştî ya Forssayê perwerdeya amadekar bo perwerdehiya lîseyê li dar dixe, ger hejmara xwandekaran têrê kir. Serlêder dikarin rasterast têkiliyê bi lîseyê re danin (yhteislyseo(at)forssa.fi) û pirsa perwerdehiyê bike. 

Dikarî zanyariyên zêdetir li ser perwerdehiya lîseyê ji rûpelên lîseya giştî ya Forssayê bixwînî

Faktia

Faktia perwerdeya malîbûnê, perwerdeya mezinan û qursên cûr bi cûr pêşkêşî koçberan dike.

Perwerdeya bingehîn a mezinan

Perwerdeya bingehîn a mezinan li enstîtuya meslekê ya Forssayê lidardixin, li adresa Saksankatu 46. Perwerdehiyê bajarê Forssayê li dar dixe. Perwerdeya bingehîn a mezinan ji koçberên erka perwerdeyê nedîtî re hatiye armanckirin.

Piştî ku te hindek fînlandî zanî dikarî dest bi perwerdeya bingehîn a mezinan bikî. Li perwerdeya bingehîn a mezinan zimanê perwerdeyê fînlandî ye. Li xwendingehê zêdetir zimanê fînlandî hîn dibî û zanyariyên giştî ji Fînlandayê werdigirî. Xwendin, malzemeyên perwerdeyê û xwarina xwendingehê bêpare ne.

Li dawiya perwerdeya bingehîn a mezinan bawernameya derçûna perwerdeya bingehîn a fînlandî werdigirî û mafê serîlêdana xwendingeha meslekê yan jî lîseyê.  

Dikarî ji vê derê li ser pergala perwerdeya bingehîn a mezinan ya Forssayê bixwînî