Perwerdeya ber bi meslekê ve dibe
Perwerdeya meslekî zanyarî û zanînên bingehîn bo meslekên cuda dide. Dikarî yan tevahiya pileya meslekê bixwînî yan jî beşên wê. Piştî bidestxistina pileya meslekê dikarî serî li xwendingeha bilind jî bidî. Li herêma Forssayê dikarî li enstîtuya meslekê a Forssayê, li xwendingeha werzîşê ya Eerikkiläyê hem jî li xwendingeha hespan ya Ypäjäyê bixwînî.
TUVA
Zanyariyên zêdetir li ser xwendina tuvayê ji rûpelên enstîtuya meslekê a Forssayê
Enstîtuya meslekê a Forssayê (FAI)
Enstîtuya meslekê a Forssayê xwendingeha meslekê ye li Forssayê. Li wê derê her sal nêzîkî 1500 xwendekar dixwîne. Li enstîtuya meslekê a Forssayê bo nimûne dikarî katering, kozmetolojî yan jî beşa perwerdeyê bixwînî. Beşên din bo nimûne lojîstîk, beşên makîne û metalê, avakirin, bazirganî û hem jî teknîka zanyarî û ragihandinê ne. Li enstîtuya meslekê a Forsayê bi peymana xwendinê ya li cihê kar pêk tê bixwînî. Wateya peymana xwendinê perwerdeya li cihê kar pêk tê ye. Li enstîtuya meslekê a Forssayê dikarî kartên îzinê bigirî, wek karta alîkariya pêşîn, karta bilindker û karta hîjyenê.
Zayariyên zêdetir ji malpera enstîtuya meslekê a Forssayê werdigirî
Xwendingeha hespan ya Ypäjäyê
Xwendingeha hespan ya Ypäjäyê xwendingeha aboriya hespan e li Ypäjäyê. Xwendingeh perwerdehiyên bingehîn, pêşxistin û temamker ên meslekî ya beşa hespan li dar dixe. Li xwendingehê dikarî wek nêrevanê hespan, rêberê siwariyê û mamosteyê siwariyê perwerde bibî. Li xwendingeha hespan qursên kurt, wargeh, perwerdeya hespan hem jî pêşbaziyên siwariyê û çalakiyên din jî hene. Xwendingeha hespan a Ypäjäyê xwendingeha herî mezin a welatên bakur e ku perwerdeya hespan li dar dixe. Li wê derê salane nêzîkî 250 xwendekar heye û li govan 400 hesp bicih dibin.
Zanyariyên zêdetir ji rûpelên xwendingeha hespan ya Ypäjäyê
Xwendingeha werzîşê ya Eerikkiläyê
Li xwendingeha werzîşê ya Eerikkilaya li Tammelayê dikarî beşên werzîş û beşên xwezayê bixwînî. Li xwendina beşa werzîşê dikarî pileya mesleka rahêner yan jî pileya mesleka taybet bixwînî. Li xwendina beşa xwezayê dikarî pileya meslekên çolnas yan jî rêberê xwezayê bixwînî.
Zanyariyên zêdetir ji rûpelên xwendingeha werzîşê ya Eerikkiläyê
Xwendingeha bilind a meslekî ya Hämeyê HAMK
HAMK tekane xwendingeha bilind a Kanta-Hämeyê ye û ji aliyê hejmarê ve 8`emîn xwendingeha bilind ya mezin a Fînlandayê ye. Hejmara xwandekaran pêkve li HAMKê nêzîkî 7800î û karmend nêzîkî 670î ne. Li xwendingeha bilind a meslekê ya Hämeyê dikarî perwerdeya 27 pileyên cuda yên xwendingeha bilind bixwînî. Li xwendingeha bilind a meslekê ya Hämeyê xwendingeha bilind a mamostetiyê ya meslekî jî heye. Heft şaxên cuda yên HAMKê hene, ji wan yek li Forssayê ye.
Şaxa Forssayê
Li kampûsa Forssayê nêzîkî 550 xwandekar û 30 karker hene. Li kampûsa Forssayê dikarin hemşîretî, plankerê jîngehê, tradenomiya beşa hespan hem jî endezyariya biyoaboriyê bixwînin. Li Forssayê hevkarên girîng yên Hamkê bo nimûne Navenda kaneyên xwezayî hem jî tendiristiya yekîtiya şaredariyan a herêma Forssayê ye. Di xwendinan de gelek temrîn hem jî karên projeyî hene. Li Forssayê dikarî pileya xwendinê ya endezyariya biyoaboriya bi zimanê inglîzî jî bixwînî.
Zanyariyên zêdetir ji rûpelên xwendingeha bilind ya meslekî a Hämeyê werdigirî