Xizmetên tendiristiyê yên koçberan

Tendiristiya yekîtiya şaredariyan a herêma Forssayê xizmetên tendiristiyê pêşkêşî hemû koçberên îqame wergirtî dike. Di mijarên tendiristiyê de derfeta bi kar anîna tercimanî heye. Hem jî di wextveqetandinê de derfeta bikaranîna alîkariya tercimanî heye.

Ger te pêwîstî bi wexta lênêrîna tendiristiyê bo xwe yan jî bo zarokê xwe hebe, û dikarî bi zimanê fînlandî wextê veqetînî, telefona hejmara wextveqetandinê ya binkeya tendiristiyê ya xwe bike. Ger êvaran û dawiya hefteyan pêwîstiya te bi tedawiya nexweşiyê hebe, telefona hejmara telefona acîl 03 4191 300ê   ya nexweşxaneya Forssayê bike. Kesê pêwîstiya xwe bi tedawiya nexweşiya acîl heye mafê tedawiyê heye, bêyî ku ew welatiyê çi welatî be  yan jî îqameya wî ya Fînlandayê hebe. 

Kesên li Forssayê dijîn li komên wextveqetandinê yên cuda hatine parvekirin. Ger tu li Forssayê dijî û nizanî di kîjan komê de yî, bi zimanî fînlandî telefona hejmara 03 41911ê bike û bipirse tu ku di kîjan koma binkeya tendiristiyê de yî. 

Ger tu bi fînlandî neaxivî û pêwîstiya te bo wextveqetandinê bi tercimanî hebe, talîmatê li dûv pêk bîne: Ji hejmara 04573979982ê re mesajê bişîne. Li mesajê navê zimanê xwe binivîse. Bo nimûne ger zimanê te yê zikamakî erebî be, ARABIA binivîse. Binkeya tendiristiyê yan jî nexweşxane bi tercimanê zimanê te yî zikmakî diaxive ve telefona te dike.

Di rewşa awarte de telefona hejmara acîlê 112 ê bike. Li Navenda hawarxwestinê xizmeta tercimaniyê heye. 

Kontrola hatina welat

Ji bo koçberan û yên îqame wergirtî re di nava du hefteyan piştî hatina welat hewl tê dayîn ku kontrala hatina welat were cêbicêkirin. Di kontrolê de bi alîkariya hevpeyvîn û lêkolînên cuda mijarên girêdayî tendiristî û halê ruhî tên zelalkirin. Li hevdîtinê qala sîstema xizmetên tendiristiyê yên fînlandîyan jî tê kirin hem jî li gorî şaredariyê qala rêkar û xizmetan tê kirin.

Ji bo penaberên îqame wergirtî, penaberên kotayê hem jî ji bo malîberên din kontrola hatina welat otomatîkî tê kirin. Ji bo koçberên din kontrol xwebexşî ye, lê tê pêşniyarkirin. Çûyîna kontrola hatina welat bi têkilîdanîna binkeya tendiristiyê re dibe.

äänitiedosto

äänitiedosto